Kom û şêwrên xwendine û mala baz

Platform şêwrê hem bi awayek zindî diweşîne hem jî pey re diavêje ser youtubê ku bi wî awayî her kes dikare lê temaşe bike.

İzmir – Komên xwedinê, şêwrên derheq xwendinê de di edebiyata kurdî  a li bakur de ciyê xwe girtin, bi hewlên xwe ew bûn sebeb gellek kitêv werin nirxandin û werin rojevê, piştî wextekê hêvî ji koman hate kirin da ew nirxandinên xwe, nîşeyên xwe bo qada edebî parve bikin. Pir kêm be jî hin caran gav bo wê hêviyê hatin avêtin.

Beriya wextekê gavek hate avêtin, di qada online de(www.enstitute.online), kom hatin ba hev û weke şêwrekê, platformekê, dest bi nirxandina kitêban kirin ku roja 21ê meha gulanê jî mijara şêwrê romana Mala Baz bû.

Platform şêwrê hem bi awayek zindî diweşîne hem jî pey re diavêje ser youtubê ku bi wî awayî her kes dikare lê temaşe bike.

Bo şêwra Mala Baz

Hem digihije her kesî hem jî wê bibe sebeb berhem bi awa û hewlên cudatir werin xwendin hem jî ji wan xwendinan pirsên xweş yên derheqê edebîyata kurd de werin rojevê.

Yek ji taybetiya şêwr û platformê ew e ku kesên di şêwrê de cî digirin hem hezkirî û dilsozên edebîyatê ne hem jî ji alî pîşe û û eleqeyê ve bi warên cuda re eleqeder in, ew jî dibe sebeb berhem bi çavên warên cuda werin xwendin û nirxandin, pê re jî hêl û rastiyên berheman ên bi detay dertên pêş. Bo Mala Baz jî ew derfet çêbû ez karibim li romanê û li xwendin û nivîsîna romana kurdî , lê têkilî û bendewariyên xwendevaniyê, li rastiyên dîtir ên romanûsiya vê dewrê careke din bifikirim.

Ji kesên roman bi wan giran hatibû bigirin heya kesên jê ne razî ma bûn, ji kesên aliyên baş û yên bêne rexnekirin anîn ziman bigirin heya kesên gellek ked dabûn û têkiliyeke xweş pê re danîbûn giş bo romanê bûn weke şansekê, hem ji şêwrdaran hem jî ji temaşevanan kesinan şêwrê weke şêwreke xweş dîtin.

Têkiliyên berhem, nivîskar û xwendevanan têkiliyên aloz, balkêş, enteresan û hilbêr in. Di wê şêwrê de jî ew “alozî“, enteresanî hate jiyîn çimkî dengên cuda, nêrînên cuda hebûn, li gorî min ew rastî bo romanê hêja bû wisa ku wexta kesekê fikrên xwe ên derheqê romanê de digotin tabloyek xemsarî an jî  hêvîşkestinê dihat ber çavên meriv ku te hey dît kesekî din romanê nirxandin ku têkiliyeke wisa bi romanê re saz kiribû ku weke nivîskarê romanê ew analîz û dîtin dibûn sebeb meriv hêviyên rengîn û xurttir ji romana kurd bike, ew “alozî“ ji alî hilberînê ve bibe zemîn.

Hêvîdar im platforma ku ji Koma Stockholmê Ya Wêjeyê, Koma Xwendinê Ya Amedê, Koma Xwendinê Ya Bîsmîlê, Koma Xwendinê Ya Cizîra Botanê û Koma Xwendinê Ya Mêrsînê hatî pê ji vir bi şûn de bo gellek berheman bibe  sebebê pirs, şibake û nihêrînên cuda, komên dîtir jî tevlî platformê bin.

…………………………………….
cihanroj@hotmail.com

Vielleicht gefällt dir auch